Partiyên Kurd: Divê konferanseke Kurdistanî were lidarxistin

Partiyên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yekrêziya Kurdî û vîzyona wan li dijî êrişên li ser Kurdan li her derê, bi taybet jî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, daxwaza lidarxistina konferanseke neteweyî ya Kurdistanî kirin.

Partiyên Kurd: Divê konferanseke Kurdistanî were lidarxistin
17 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Piştî ku çeteyên hikûmeta demkî êriş û komkujî li dijî şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bi piraniya xwe Kurd in pêk anîn, helwest û gotina Kurdan li 4 parçeyên Kurdistanê û li her dera Kurd lê ne, bûn yek û ev sûc şermezar kirin.

Girêdayî mijarê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ezher Ehmed diyar kir ku pêwîstî bi yekitiya Kurdan li hemû beşên Kurdistanê heye, da ku li dijî planên li ser wan bisekinin.

Ehmed destnîşan kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî îradeya gelê Kurd bûn, hewldana îmhakirin û qirkirinê bûn, li kêlek wê jî kiryara guhertina demografîk a li dijî welatiyên Kurd ên li her du taxan bûn, Kurdan ji wir bi dûr bixin. Ehmed anî ziman ku: "Êriş, nîşaneya hewldana qirkirina Kurdan bûn, lê vîna wan ne pêkan e were têkbirin an jî hewldanên şikestinê qebûl bikin."

Ehmed bal kişand ser êrişên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û diyar kir ku helwesta Kurdan li tevahî cîhanê bû yek û ev sûc û qirkirina Kurdan red kirin.

Der barê gavên pêwîst ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdan ji aliyên siyasî û ewlehiyê ve Ehmed diyar kir ku her du alî bi hev ve girêdayî ne; ji aliyê siyasî ve, pêwîst e konferansek awarte ya Kurdistanî wekî bersivek ji bo dijminên Kurdan were lidarxistin. Êrişên heyî ne tenê li ser Kurdên Rojava ne, lê peyam e û armanca wan qirkirina gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê û tevahî Kurdan e.

Ehemed hişyarî da ku ketina Rojava wê bibe sedema ketin û lawazkirina Kurdan li hemû beşên Kurdistanê.

Li ser asta neteweyî, Ezher Ehmed destnîşan kir ku pêwîst e li dora QSD'ê kom bibin, ji ber ku ew tekane hêza leşkerî ye ku ji bo parastina Kurdan û hemû pêkhateyên herêmê xebitiye û nirxên wan parastiye.

Endamê komîteya Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Elî diyar kir ku piştî bûyerên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêwîstî bi yekrêziya Kurdan heye, divê ji dîrokê ders û tecrûbeyan rakin û got: "Yekrêziya Kurdan li 4 parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke hebûnê ye."

Mihemed Elî destnîşan kir ku nebûna yekitîyê Kurdan ji şoreşa Şêx Seîd heta îro bûye sedema rûbirûbûna wan bi komkujî, Enfal û êrişên berdewam ên li dijî wan re, ku bandorek mezin li ser rêveçûna doza Kurd li seranserê Kurdistanê kiriye.

Elî hişyarî da Kurdan ku derfeta heyî ji dest nedin, ji ber ku niha nexşe tên xêzkirin û divê di vê sed salên pêş de cihê xwe bigirin û destnîşan kir ku hevgirtina Kurd girîng e ku rola xwe di nexşeya Rojhilata Navîn a Nû de bigirin.

Elî anî ziman ku tiştê ku îro ji Kurdan tê xwestin ew e ku di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de, bi avakirina komîteyên ku nûnertiya 4 perçeyên Kurdistanê dikin, konferansek Kurdistanî li dar bixin û dûvre li gorî encamên konferansê bi awayekî ku xizmeta berjewendiya gelê Kurd bike bixebitin.

Mihemed Elî behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin kir û anî ziman ku ev pêvajo çareseriyan ji krîza Rojhilata Navîn re datîne.

Di dawiyê de, Mihemed Elî got ew dixwazin li gorî raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi hemû gelên herêmê re bijîn û ew aştîxwazin, ne şerxwaz in.

(ac/fr)

ANHA