Serjimêriya li Kantona Firatê bidawî bû

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê diyar kir ku serjimêriya li kantonê bi serkeftî bidawî bûye.

Serjimêriya li Kantona Firatê bidawî bû
31 tebax, 2025   13:19
KOBANÊ

Ofîsa Planasazî û Serjimêriyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, duh li tevahiya kantonê xebatên serjimêriyê meşandibûn. 

Ofîsê îro jî derbarê xebata serjimêriyê de li avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Kobanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê ofîsê Mesûd Bozî daxuyanî xwend û da zanîn ku 8 hezar kes tevlî xebatên serjimêriyê bûne. Bozî diyar kir ku hemû sazî û dezgên rêveberiya xweser jî destek daye wan û tu pirsgirêk derneketine.

Mesût Bozî destnîşan kir ku xebatan wan bi serkeftî bi dawî bûye û spasiyên xwe pêşkêşî hemû sazî û kesên ku destek daye wan kirin.

Mesût Bozî derbarê eşkerekirina encamên serjimêriyê de tu agahî parve nekirin.