Serhildana Siweydayê saleke xwe temam kir; ‘Çareserî rêveberiya xweser e’

Salek di ser serhildana Siweydayê re derbas bû. Ruxmî siyasetên çewisandinê yên hikumeta Şamê, hêzên siyasî û leşkerî; nivîsgeh, komîte û saziyên xwe ava kirin ku ji bo praktîkkirina tecrubeya Rêveberiya Xweser bûn tovikeke girîng. Li gorî çavdêran, êdî divê têgeha rêveberiya xweser bê gotûbêjkirin.

Serhildana Siweydayê saleke xwe temam kir; ‘Çareserî rêveberiya xweser e’
17 tebax 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Ji destpêka serhildanê ve (17 Tebax 2023) ve li Qada El Sêr a li naverasta bajarê Siweydayê, çalakiyên şêniyan ên rojane li qadê ku êdî navê wê kirin ‘Qada Kerame’ (Qada Rûmetê), dewam dikin.

17`ê Tebaxa 2023`yan, şêniyên bajarê Siweyda yê li başûrê Sûriyeyê dest pê kir baregehên Partiya Baas, daîreyên hikumetê û şaredariyên hikumeta Şamê girtin.

Sehildanê ji ber rewşa jiyanî û xizmetguzariyê dest pê kir û bi demê re banga çareseriyên siyasî û pêkanîna biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û veguhastina aştiyane ya desthilatê hate kirin.

Xwepêşandêran dirûşmên siyasî yên wek "hilweşandina rejîmê" berz kirin ku ne li gorî hesabên siyasî yên hikumeta Şamê bûn.

Piştgiriya kesayetên civakî û olî mîna serokê rûhanî yê Durziyan Hikmet El Hecrî ji serhildanê re, balkêş û girîng bû. Şêx El Eqil Hemûd El Hinawî, piraniya oldaran, destek da xwepêşandanan. Ji bo hikumeta Şamê mîna şeqamekê bû ku ji bo kontrolkirina welatiyan xwe dispart wan kesayetên olî.

HÊZ Û BLOKÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ

Li Siweydayê gelek hêz û blokên siyasî û leşkerî hene.

Tevgera Rîcal El Kerame: Ev tevger li Siweydayê ya herî mezin e. Sala 2012`an ji aliyê Wehîd Fehid El Belûs ve hate avakirin. Lêvegerên wan ê olî jî şêx Rakan El Atraş û şêx Yehya El Hecar in.

Hêzên El Fehid: Selîm El Hemîd ava kiriye. Li gundên Qenewat, Etîl, Mufele belav e. Gelek kesên ji tevgera Rîcal El Kerame piştî kuştina damezirînerê wê Wehîd El Belûs qut bûne, tev li van hêzan bûn. Her wiha kesên ji Rîcal El Kerame ji ber ku ne li gorî rêgezên wê tev geriyane, hatine dûrxistin jî tev li van hêzan bûn.

Hêzên Şêx El Kerame: Kurên Wehîd El Belûs Fehid û Leys piştî kuştina bavê wan ava kiriye. Yehya El Hecar jî tevgera Rîcal El Kerame bi rê ve bir. Kurên El Belûs li dijî wî derketin, ji ber ku tenê parastina kesên tev li leşkeriya neçarî nabin kir, bêyî ku hesabê ji dizan û bazirganên narkotîkê bipirse.

Ketaêb El Miqdad: Li gundê Mezra û Erman in. Saîr Feyad serokê wê ye. Ji dema hatiya avakirin ve, tev li berxwedana li hember çeteyên DAIŞ`ê bû, dema êrişî gundên rojhilatê parêzgehê kirin.

Hêzên siyasî: Partiya Hizib El Lewa El Sûrî ku ji aliyê komeke muxalifên sûriyeyî ve hate avakirin. Desteya Giştî ya serhildana Siweydayê meha borî, komîteyeke siyasî bi rêya hilbijartinan ava kir. Di wan hilbijartinan de komîteyeke siyasî ya ji 11 endaman pêk hate, hate avakirin.

HELWESTA ŞAMÊ

Hikumeta Şamê nekarî civaka durzî bi tevlêbûna komên îslamî yên muxalif tawanbar bike, ji ber ku ev kom ne sunnî ye. Lê bi awayekî sîstematîk, hewl da civakê ji hundir ve parçe bike. Ji ber wê, çek serbest kir. Gelek komên çekdar û olî ava kirin ku tenê ciwanên olperest tev li xwe dikin û îdia dikin ku parêzvanên parêzgehê ne. Ew bi ewlehiya leşkerî ya navendî û şaxî yên li herêmê re hevkar in. Ev kom li gorî perspekîtfên şaxên ewlehiya leşkerî li dijî şêniyan tev digerin, dikujin, direvînin, didizin. Tenê yên ji leşkeriya neçarî revîne, tev li vê komê dibin.

Di vê dawiyê de, hikumeta Şamê rêveberiya saziyên ewlehiyê, leşkerî û siyasî yên Siweydayê guhertin. Li ser bingeheke ewlehî û leşkerî hin kesayetên din erkdar kirin. Li gorî çavdêran, hikumeta Şamê bi vê gavê dixwaze xelkê parêzgehê bitirsîne û fişarê lê bike.

‘ÇARESERIYA HERÎ GUNCAW PRAKTÎKIRINA RÊVEBERIYA XWESER E’

Gelek hêz û kesayetên siyasî yên Siweydayê, banga praktîkkirina modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên xwe kir. Her wiha diyar kirin ku şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xelkê Siweydayê rêya sêyemîn hilbijartine ku piştgiriya hikumeta Şamê û komên çeteyan nekir.

Berdevkê rêxistina Siweyda Ewelen, Merwan Medah ji ajansa me re axivîbû û gotibû: "Xelk bi giştî tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêçaretiya rejîma Sûriyeyê ya li hember aloziyê, dişopîne. Êdî her kes hêvî dike ku rêveberiyeke xweser ava bike. Wek rêveberî, heta niha me îtîlafek ava nekiriye ku ji bo me astengî ye û divê em derbas bikin."

‘DIVÊ TÊGEHA RÊVEBERIYA XWESER WERE GOTÛBÊJKIRIN’

Serokê Partiya Lîwa El Sûrî Malik Ebû El Xêr ji ajansa me re diyar kiribû ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e û gotibû: “Me gelek sûd ji tecrubeyên wê girt. Ji bo ji nû ve avakirina civakê û xilaskirina welêt ji aloziyê, tecrubeya rêveberiya xweser gelekî girîng e."

(şx)

ANHA