Li Xezayê ji malbatekê 15 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Xezayê de 3 jê jin û 9 jî zarok, bi giştî 15 kes ji malbatekê hatine kuştin.

Li Xezayê ji malbatekê 15 kes hatin kuştin
17 tebax 2024   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişeke hewayî li Xezayê pêk anî. Saziyê diyar kir ku di êrişê de 9 jê zarok û 3 jî jin, ji heman malbatê 15 kes hatin kuştin.

Li gorî daneyan, ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê de ku 10’ê Cotmeha par dest pê kir, zêdetirî 14 hezar filistînî hatine kuştin.

(bb)