CENTCOM: Keştiyeke Hûsiyan hat îmhakirin

Fermandariya Navendî ya DYA’ê (CENTCOM) ragihand ku li Deryaya Sor keştiyeke bê mirov a Hûsiyan îmha kiriye.

CENTCOM: Keştiyeke Hûsiyan hat îmhakirin
17 tebax 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) vê sibehê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê ’X’ weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hêzên CENTCOM di 24 saetên dawîn de keştiyeke bê mirov a Hûsiyan li Deryaya Sor îmha kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku keşiya hatî îmhakirin j aliyê Hûsiyan ve hatibû avêtin û diyar kir ku "Biryara îmhaya keşiyê ji bo parastina azadiya navîgasyonê, ewlehiya keştiyên DYA, yên koalîsyonê û bazirganiyê hate dayîn."

(bb)