Dewleta Tirk careke din Başûr bombebaran kir: Bax û baxçeyên welatiyan şewitîn

Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê şewateke mezin derketiye.

Dewleta Tirk careke din Başûr bombebaran kir: Bax û baxçeyên welatiyan şewitîn
17 tebax 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih girtine, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Mêcî û Burciyan ên girêdayî Amêdiyê bombebaran kirin.

Hat gotin ku ji ber bombebaranê şewateke berfireh li deverê derketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.

Li gorî heman agahiyan ji ber şewatê ziyaneke mezin gihaştiya mal û rezên welatiyan. Ji ber metirsiya êrişê jî kesek nikare here agir vemirîne.