Artêşa Îsraîlê komkujiyek li başûrê Lubnanê pêk anî

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê komkujiyek pêk anî. Piraniya wan sûriyeyî, 10 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê komkujiyek li başûrê Lubnanê pêk anî
17 tebax, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News (NNA) ya Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li Wadî Kefûr a bajarê Nebetiyê yê başûrê Lubnanê avahiyek bombebaran kir.

Li gorî heman ajansê, di komkujiyê de piraniya wan sûriyeyî, 10 kes hatine kuştin û 3 jî birîndar bûn.

NNA’yê diyar kir ku di komkujiyê de malbateke sûriyeyî hatiye tunekirin.

(bb)