Sûad Hiso: PDK bi hedefnîşandana Êzidiyan rêya Osmaniyan vedike

Endama Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Sûad Hiso, kir ku axaftinên radeyarên PDK’ê yên Êzidiyan dikin hedef, rêya feraseta dewleta Osmanî ya komkujî bi serê Êzidiyan anîne, vedikin.

Sûad Hiso: PDK bi hedefnîşandana Êzidiyan rêya Osmaniyan vedike
17 tebax 2024   06:40
QAMISLO
SÎMA BIROKÊ

Sûad Hiso derbarê axaftinên rêveberên PDK’ê yên ku Êzidiyan dikin hedef û olperestiyê derdixînin pêş de, ji ANHA’yê re axivî.

Sûad Hiso diyar kir ku ji axaftinên rayedarên PDK’ê yên di salvegera Komkujiyan Şengalê de hatine kirin, bi daxwaza derxistina fitneyê hatine gotin.

Sûad Hiso da zanîn ku bi van axaftinan xwestine rê li ber Osmaniya nû vekin û wiha dom kir: “Di dema Osmaniyan de jî li ser Êzidiyan fetwa dihatin dayîn, kesên paşverû di axivîn, êriş dikirin. Niha jî dixwazin heman ferasetê pêş bixin û êrişî Êzidiyan bikin. Hewl didin ku em komkujiyan jibîr bikin.”

NAXWAZIN ÊZIDÎ Û PÊKHATEYÊN DIN BI HEVRE BIJÎN

Sûad Hiso bibîr xist ku di fermanda dawî ya Şengalê (3 Tebax 2014) de jî hêzên PDK’ê Êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hiştine û wiha dom kir: “Wê demê Pêşmergeyan xwe vekişandin. Seranserê dîrokê plan li dijî Êzidiyan hatine meşandin. Niha jî dixwazin nakokiyan derxînin û di civakê de bibin sedema fitneyan. Naxwazin hemû pêkhate bi hev re bijîn. Dixwazin Êzidî penaber bibin û  qirkirina spî pêk were.”

PARADÎGMAYA NETEWA DEMOKRATÎK HER TIŞT NÎŞANÎ ME DA

Sûad Hiso, da zanîn ku li hemberî vê ferasta qirker, li Şengalê di encama berxwedanek mezin de sîstema Rêveberiya Xweser hatiye avakirin û got: “Ji bo parastina Şengalê û civaka Êzidî bi sedan gerîla şehîd bûn. Niha civak ferq û cudahiya di navbera pêkhateyan de nabîne. Xweseriyeke me heye. Êzidiyan xwe û civak xwe nas kir. Paradîgmaya netewa demokratîk her tişt ji me re eşkere kir.”

Endama Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Sûad Hiso diyar kir ku divê hemû civak li dijî êrişan olên xwe biparêzin, xwedî li netew û çanda xwe derkevin; li hemberî fitneyan rihê cîrantî û hevaltiyê pêş bixin û got: “Heta niha bi hêz û fikra Rêber Apo em li hemberî van komkujiyan rawestiyan. Di vê pêvajoyê de jin dikarin pêşengtiya parastina civaka xwe bikin.”

(a)

ANHA