Şêniyan xwest hesab ji êrişkarên li Dêrazorê bê pirsîn

Şêniyên bajarê Şedadê êrişên li ser kantona Dêrazorê şermezar kirin û got divê hesab ji êrişkaran bê pirsîn.

Şêniyan xwest hesab ji êrişkarên li Dêrazorê bê pirsîn
17 tebax 2024   04:50
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê der barê êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser kantona Dêrazorê de nêrînên xwe parve kirin.

Emanî El Xelef êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser Dêrazorê şermezar kirin û diyar kir ku hedefkirina sivîlan û mal û milkên wan sûc e. Emanî xwest ku hesab ji êrişkar û sûcdaran bêpirsîn.

Ziyab Ziyab destnîşan kir ku armanca hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ji êrişên li ser Dêrazorê ew e ku şêniyan neçar bikin dest ji hêzên xwe yên leşkerî û Rêveberiya Xweser berdin.

Ziyab Ziyab anî ziman ku ew dest ji QSD û Rêveberiya Xweser bernadin û got hedefkirina sivîlan û milkên wan sûc e, divê hesab ji hikumeta Şamê bê pirsîn.

Her wiha Eymen El Hemûd jî anî ziman ku êriş û topbaran sûc in û got divê sûcdar û êrişkar ji ceza nefilitin û divê piştgiriya QSD’ê bê kirin.

Eymen El Hemûd diyar kir ku hikumeta Şamê di vebijêrka leşkerî de bi israr e û bang kir ku divê êrişên ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî li dijî welatiyan kirine wek sûc bên dîtin.

(bb)

ANHA