Qeleçî: Diyaloga Şam û Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke nîştimanî ye

Siyasetmedar Mistefa Qeleçî anî ziman ku aliyên destwerdanê li aloziya Sûriyeyê dikin li gorî berjewendiyên xwe herêmê bi rê ve dibin. Mistefa Qeleçî anî ziman ku diyaloga Rêveberiya Xweser û Şamê pêwîstiyeke nîştimanî ye.

Qeleçî: Diyaloga Şam û Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke nîştimanî ye
17 tebax 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

 Sekreterê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê Mistefa Qeleçî hewldanên derxistin fitneyan di navbera Sûriyeyan de û hewldanên Enqereyê yên normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re nirxandin kir. Mistefa Qeleçî bal kişand ser girîngiya lidarxistina diyalogan di navbera Şem û Rêveberiya Xweser de.

Mistefa Qeleçî diyar kir ku tevahî aliyên destwerdanê li aloziya Sûriyeyê dikin, herêmê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibin, heya ji destê wan tê dixwazin aloziyê dirêj bikin. Qeleçî got: "Eger dawî li aloziya Sûriyeyê were hingî dê hincetên mayîna wan aliyan li vir nemînin, lewre her tim hewl didin fitneyan derxin da ku alozî bidome."

Qeleçî bal kişand ser girîngiya pêkanîna diyalogan di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û wiha pê de çû: "Êdê diyalog vebijêrk nîn e, lê bûye bûye pêwîstiyek. Divê em vê mijarê cidî bigirin. Divê em berjewendiyên nîştimanî di ser berjewendiyên din re bigirin. Diyalog hêviyek e ku ji her du aliyan tê xwestin.”

Qeleçî bal kişand ser hewldanên lihevanîna Şam û Enqereyê û got: "Her tim peywendî di navbera Tirkiye û Şamê de heye. Di encamê de mijar girêdayî berjewendiyên dewletan e. Mixabin Tirkiye hîna fişarê dikin da ku Mîsaqî Millî ku ji bo wê armanceke bingehîn e pêk bîne. Lihevhatin qet ne di berjewendiyên gelê Sûriyeyê de ye."

(bb)

ANHA