Bîlançoya nû ya şerê li Xezayê: 40 hezar kuştî

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve 40 hezar û 74 kes hatine kuştin.

Bîlançoya nû ya şerê li Xezayê: 40 hezar kuştî
17 tebax 2024   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bîlançoya nû ya şerê li Xezayê aşkera kir. Wezaretê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve ku Cotmeha par dest pê kir, 40 hezar û 74 kes hatine kuştin û 925 hezar û 537 kes jî birîndar bûne.

Li gorî wezaretê, di 24 saetên dawîn de 46 kuştî û 136 birîndar hene.

Wezaretê diyar kir ku bi hezaran qurbanî di nava kavilan û li ser rêyan hene, lê ekîbên tenduristiyê yên rizgariyê nikarin xwe bighînin wan.

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên ji vê sibehê ve yên li ser Xezayê de zêdetirî 22 kes hatine kuştin.

Nivîsgeha Parastina Sivîl a Xezayê ragihandibû ku di bombebarana vê sibehê ya artêşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de, jê 9 zarok û 3 jin, 15 kes ji malbatekê hatin kuştin.

Her wiha hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê kampa Nisêrat a naverasta Xezayê kir hedef. Di  encamê de 6 filistînî hatin kuştin.

(bb)