Dewleta Îranê 2 bira destgîr kirin

Hate ragihandin ku rejîma Îranê li Mehabadê bi ser malekê de girt û 2 bira destgîr kirin.

Dewleta Îranê 2 bira destgîr kirin
17 tebax 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, roja 14’ê Tebaxê hêzên Îtlaeta Îranê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser malekê de girt. Di serdegirtinê de birayên bi navêm Ihsan Resûlzade (22) û Mardîn Resûlzade (13) hatine destgîrkirin û birin cihekî nediyar.

Her wiha hate gotin ku malbata wan ji bo agahî ji çarenûsa zarokên xwe bigirin serdana saziyên ewlehiyê kiriye, lê sedema binçavkirinê diyar nekirine û tu bersivek nedane malbatê.