Kongra Star banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan û Şerîfe kir

Kongra Star a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga piştgiriya berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û betalkirina biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî kir.

Kongra Star banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan û Şerîfe kir
16 tebax 2024   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî 16`ê Îlona 2022`yan, berxwedana jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e.

Gelek rêxistinên cîhanê û jinan li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan vê berxwedanê û biryarên hovane yên li dijî aktivîstên jin ên di girtîgehên Îranê de şermezar kirin.

bi vê boneyê li ser navê rêxistina Kongra Star daxuyaniya piştgiriya kampanya "Na ji darvekirinê re" hat ragihandin .

Daxuyanî ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat aşkera kirin. Rîhan wiha got: "Bi navê şoreşa jin em serhildana jin jiyan azadî ya Rojhilatê Kurdistan û Îran ku bê navber hişmendiya nijadperest, olperest, zayendperest, netewperest berxwedaneke dîrokî didin meşandin,di sedsala 21an de jin,ciwan,dayik,bav berxwedaneke dîrokî didin meşandin, her ku diçe serhildana jin jiyan azadî ku jin pêşengiya wê dike,li Rojhilata Navîn û tevahiya kurdistanê û cîhanê dengveda asta wêyî têkoşînê bilind dibe, û dibe mînak ji tevahiya cîhanê re,lewra êrîşa li ser jian û avêtana wan ya zindanan zêdetir dibe.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di berdewamiya daxuyaniyê de eşkere kir ku biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî ji aliyê rejima Iranê ve hat dayin ku wanHevrêyan  wekî li hember netew dewletê radiwestin tên tewambar kirin,lê wek tê zanîn ku ev herdu hevrêyên me heya dawî ji bo civakeke democrat û ava kirina malbateke demokratîk û  aşityane li hember sîstema desthilatdar û hişmendiya wê têkoşiyan daku di qada serhildan jin jiyan azadî  de bibin dengê heqîqetê,lê rejima Iranê xwe li ber vê ranegrt û di derheqê wan hevreyên mede biryarê darve kirinê girt.

Rîhan di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser beşdariya rêxistinên jinan a ji kampaniya  komkirina imzeyan di bin diruşmeya Na ji darvekirinê  ku ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ ve hatibû depêkirin  ,ku armanca ji vê kampanya ewe rastiya hovane û hişmendiya rejîma Iranê ji dunyayê û raya giştî re eşkere bike ku rê nade jin bi vîn xwe ya azad têbikoşe û bibe dengê jina azad,lewra cezayên darvekirinê herwiha bi salên dirêj di zindanan de digre dide,da ku dengê jina serhildêr ku ji bo azadiyê diqîre bitepisîne û bi her cureyên tundiyê li ser jinên pêşeng ,kesên hunermend,sosyalîst,niviskar,rewşenbîr,rojnemevan dide meşandin.

Berdevka koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo daxuyanî wiha bi dawî kir:em weke rêxistina Kongra Star pştgiriyê didin  kampaniya ku ji aliyê  yekîtiya ragihandina jin YRJê,emê  piştgiriya her jineke ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe bikin û emê herdu hevrêyên xwe û tevahiya jinên têkoşer ku di girtîgehan de ne bi tenê nahêlin .û bang li hemû kes û jinên ku dilê wan ji bo welatparêzî û azadiyê lêdide ku dive em bi hevre dakevin qada serhildan têkoşîn û azadiyê û bi hevre bêjin Na Ji Darvekirinê re .emê bêjin Erê ji jina azad re ,Erê ji azadiya civakê re , Erê ji dengê rastî û heqîqetê re .