Di turnuvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin

Piştî 15 salan, ev cara yekê ye turnuvaya hespbaziyê li Reqayê li dar dikeve. Tê de 206 siwar û hespên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Di hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazor bi ser ketin.

Di turnuvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin
Di turnuvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin
Di turnuvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin
Di turnuvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin
Di turnuvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin
Di turnuvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin
Di turnuvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin
16 tebax 2024   17:36
REQA

Ji 15 salan de ev yekemîn car e ku turnuvaya hespbaziyê li bajarê Reqayê li dar dikeve.

Li gorî komîteya amadekar di turnuvayê de serokeşîr û rûspiyên eşîran, Meclisa Rêveber a kantonê, Yekitiya Werzîşê, Desteya Ciwanan, Werzîşê û şênî beşdar bûn.

Di turnuvayê de 206 werzîşvanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Siwar ji bo hezar û 200 metre ketin pêşbirgê. Di vê pêşbirgê de siwarê bi navê Hemam El Dêf ê ji Reqayê bû şampyon û siwarê bi navê Ehmed El Ewad jî yê duyemîn bû.  

Di beza hezar metreyî de, dîsa siwarên Reqayê bi ser ketin. Siwarê bi navê Seyf El Elî yê yekemîn û siwarê bi navê Şaman El Mecûl jî yê duyemîn bû.

Di pêşbirga hezar û 500 metreyan de siwara bi navê Hediye Ehmed a ji Dêrazorê ya yekemîn derket û Ebûd El Merindî yê duyemîn bû.

Di pêşbirga hezar û 800 metreyî de siwarê bi navê Nehir El Hefel ê ji Dêrazorê yê yekemîn û siwarê ji Reqayê Fexir El Şaman ê duyemîn bû.

Di pêşbirga herî dirêj a 2 hezar û 200 metreyan de jî Humam El Sultan ê ji Reqayê yê yekemîn û Hemîd El Muxlif ê ji Dêrazorê yê duyemîn derket.

Di pêşbaziyên zêdekirî de li gorî rêzê Sekib El Îdan, Baran Kobanê, Mihemed El Elî, Ehmed El Fehid, Cirnas El Hadî û Şedad El Hiwêce bi ser ketin.

Di dawiya turnuvayê de siwarên serkeftî hatin xelatkirin.

(mh/şx)

 ANHA