Zêdetirî 40 moşek avêtin bakurê Filistînê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 40 moşek ber bi bakurê Filistînê ve avêtine.

Zêdetirî 40 moşek avêtin bakurê Filistînê
17 tebax 2024   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya artêşa Îsraîlê îro ragihand ku artêşê nêzî 40 moşek bi yek carî avêtine herêma Celîl El Ela ya li bakurê Filistînê.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku hin moşekên ji Lubnanê ber bi Sefedê ve hatine avêtin, hatin astengkirin.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, ji ber bombebaranê ceryan li herêma Hestûr Celîl qut bûye.

(bb)