‘Armanca êrişên dualî têkbirina Rêveberiya Xweser e’

Hevseroka Meclisa Bajarê Girê Spî Fedîla Mihemed têkildarî êrişên hevxwet ên hêzên girêdayî hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku ji van êrişan armancên hevbeş hene.

‘Armanca êrişên dualî têkbirina Rêveberiya Xweser e’
17 tebax 2024   03:35
EYN ÎSA

Hin komên girêdayî hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî 7-12’ê Tebaxê êrişî gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir. Di encama van êrişan de 15 sivîl û 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn. Her wiha 26 sivîlên din birîndar bûn.

Hemwextî êrişên li ser gundewarê Dêrazorê artêşa Tirk a dagirker gundewarên kantona Efrîn-Şehbayê, kanotna Girê Spî, gundewarên Girê Spî û Eyn Îsa yên kantona Firatê û nuqteyên QSD’ê yên li gundewarên bajarê Hesekê bi dijwarî topbaran û bombebaran kirin. Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da.

Hevseroka Meclisa Bajarê Girê Spî Fedîla Mihemed têkildarî êrişên hemwext ên komên girêdayî hikumeta Şamê û dewleta Tirk got, ev êriş xwedî armancên hevbeş in.

Li gorî Fedîla Mihemed, armanca yekemîn dewleta Tirk a dagirker û hêzên girêdayî hikumeta Şamê ji van êrişan ew e ku bi navên eşîrtî û olî fitneyan di navbera pêkhateyan de derxin û di encamê de ber bi şerekî navxweyî ve bibin û armanca duyemîn jî têkbirina ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser e.

Fedîla îşaret pê kir ku armanca din têkbirina hewldanên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên pêşxistina modela Rêveberiya Xweser û astengkirina pêşxistina rewşa herêmê ye.

Fedîla Mihemed bal kişand ser berxwedana gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şervanên QSD û aêzên asayîşê ya li hemberî êrişan û bi van gotinan rêbazên têkbirina armancên komên girêdayî hikumeta Şamê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyan vegotin: "Rêya têkbirina van armancan tevlêbûna zêde ya nava QSD û hêzên asayîşê, domandina birêxistinkirina gelan, bihêzkirina hevgirtina nîştimanî û jiyana navxweyî, pêşxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hişyariya ji hewldanên fitneyan e."

(bb)

ANHA