Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir

Endamê Hêzên EwXelkê Reqayê cangoriyek oxir kirlekariya Hundirîn şehîd Xezal El Şêx hat oxirkirin.

Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
Xelkê Reqayê cangoriyek oxir kir
17 tebax 2024   15:34
REQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx 15’ê Tebaxê ji ber nexweşiyeke giran li Reqayê şehîd bûbû.

Şêniyên kantona Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Xezal El Şêx li pakrewangeha bajarokê Hikumiyê spart axê.

Merasîm bi torana leşkerî ya Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Operasyonan Salih Ebdulhemîd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em soz didin gelê xwe, tevahî malbatên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan ku em meşa rûmetê, jiyaneke azad û aştiyê bidomînin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mihemed El Ehmed di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina xeta wan da.

Di dawiya merasîmê wesîqeya şehadetê ya şehîd Xezal hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA