Dijî biryara darvekirinê banga nîşandana helwestê

Komîteya Ragihadinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê li dijî biryara darvekirinê ku ji aliyê rejîma Îranê ve derbarê rojnemevan û çalakvanên jin de hatine dayîn, banga nîşandana helwestê kir.

Dijî biryara darvekirinê banga nîşandana helwestê
17 tebax 2024   12:26
QAMIŞLO

Komîteya Ragihandinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina biryarên darvekirinê yên ji aliyê dadgehên Îranê ve li rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Mihemedî û Pexşan Ezîzî hatine dayîn, daxuyaniyek da. 

Daxuyanî li pêşiya avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo bi zimanên Kurdî û Erebî hat dayîn.

Endama  Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Iqlîma Mihemed daxuyaniya bi Kurdî xwend û diyarkirin ku li Îranê siyaseta darvekirina çalakvanên jin êdî bûye pêkanînek rojane. Iqlîma Mihemed da zanîn ku li hemberî vê siyasetê jinên Rojhilatê  Kurdistanê, mînakên bêhempa yên qehremaniyê nîşan didin û got: "Di van salên dawî de tevgereke gelêrî heye ku li dijî neheqî û zilmê serî hildide."

Iqlîma Mihemed bibîr xist ku li Îranê derbarê têkoşerên Kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, dîsa gelek jinên têkoşer cezayên darvekirinê hatine dayîn, lê têkoşîna dijî wan jî mezin dibe û wiha dom kir: "Jina têkoşer li Rojhilatê Kurdistanê îro bûye mînak û ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn ên li dijî zilmê  û êrîşan serî radikin bûne sembola berxwedanê."

Iqlîma polîtîkayên  kuştin, girtin û darvekirinê yên Îranê şermezar kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin wê ji prensîb û regezên xwe paş de venegerin, wê ala Jîna Emînî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî bilind bikin û ji hemû cîhanê re nîşan bidin ku wê berxwedana jinê li vir nesekine."

Di dawiya axaftina xwe de Iqlîma bang li bang rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî siyaseta tund a Îranê helwest nîşan bidin. Iqlîma her wiha bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî êrişên qirkirinê xwedî helwest be.

(sş/a)

ANHA