Şêniyên Siweydayê teqezî bi daxwazên xwe kir

Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe yên ji bo guhertina siyasî û pêkanîna biryara 2254’an a NY`yê çalakiyên xwe didomînin.

Şêniyên Siweydayê teqezî bi daxwazên xwe kir
17 tebax 2024   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Salek di ser xwepêşandanên li Siweydayê re derbas bûye. Şênî di salvegera wê de derketin Qada Kerame û dîsa banga guhertina siyasî, serbestberdana girtiyan û pêkanîna biryara 2254’an kir.

Xwepêşandar li ser bangên xwe bi israr in ku pankartên "Em ji bo serkeftinê salekê sebir dikin lê li rojeke zilmê tehemul nakin" hildan.

Ruxmî hewldanên hikumeta Şamê yên domdar ji bo rawestandina xwepêşandanan jî serhildan bê navber berdewam e.

Îro jî li Qada Kerame bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê kom bûn û teqezî bi daxwazên xwe kir.

(şx)