Li Hesekê 2 peykerên şehîdan hatin danîn

Meclisa Leşkerî ya Hesekê û saziyên sivîl ên Hesekê ji bo bîranîna fedakariyên şehîd Azad Celê û Fazil Botan, 2 peyker danî.

Li Hesekê 2 peykerên şehîdan hatin danîn
Li Hesekê 2 peykerên şehîdan hatin danîn
Li Hesekê 2 peykerên şehîdan hatin danîn
Li Hesekê 2 peykerên şehîdan hatin danîn
Li Hesekê 2 peykerên şehîdan hatin danîn
Li Hesekê 2 peykerên şehîdan hatin danîn
16 tebax 2024   22:08
HESEKÊ

Meclisa Leşkerî ya Hesekê, saziyên sivîl û malbatên şehîdan peykerê fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Azad Celê û fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Fazil Botan li parka bi navê wan a li rojavayê bajêr, danîn.

Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê di şexsên şehîd Azad û şehîd Fazil de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Dêrsim Hesekê diyar kir ku ji bo bîranîna wan herdu şehîdan 2 peyker li parkê danîn, ji ber ku wan ji bo doza gelê xwe li 4 parçeyên Kurdistanê tê koşiyan.

Piştre dayika şehîd Remzî Îsmaîl Yûsif û dayika şehîd Ziyad Hesen Mamo perde ji ser herdu peykeran rakirin.

HPG'ê di 2'ê Îlona 2021'an de ragihandibû ku şehîd Azad Celê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye. Her wiha YPG'ê di 22'yê Hezîrana 2022'yan de ragihandibû ku şehîd Fazil di 2015'an de şehîd bûye.

(mh)