Li Hindîstanê çalakiya ‘Jin Jiyan Azadî’

Jinên li Hindistanê dijî tecawizkirin û qetilkirina jinekê, bi pankarta “Jin jiyan azadî” derketina kolanê û çalakî li dar xist.

Li Hindîstanê çalakiya ‘Jin Jiyan Azadî’
17 tebax 2024   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê tebaxê jinek ji aliyê dixtorekê ve hat tecawizkirin û paşê hat qetilkirin. Piştî bûyer hat bihîst, lig elek deverên Hîndîstanê jin derketin kolanan û hêrsa xwe anîn ziman.

Jinên ku ji zanîngehan heta garajên otobusan çalakî li dar xistin, dirûşmeya, “Em edaletê dixwazin” berz kirin.

Jin di roja 8’emîn a bûyera tecawîz û qetilkirinê de jî daketin kolanan û daxwaza edaletê kirin. Di çalakiyê de jinan Pankarta “Jin jiyan azadî” ku bi Kurdî û Afganî hatiye nivîsandin vekir.

Çalakiyên jinan li bajarên Delhî, Haydarabad, Mumbaî û Pune jî hatin lidarxistin. Li hin deveran polîsan êrîşî xwepêşandêran kirin.

Rojnamevanên ku li herêmê dixebitin têkildarî çalakiyên jinan ev şîrove kirin: “Me berê qet nedîtiye ku li bajêr bi şev jin bi girseyek ewqas mezin meşiyan e.”