Mihemed El Temîmî peymana Bexda-Enqereyê şermezar kir

Sekreterê Giştî yê Feyleqa El Wead El Sadiq Mihemed El Temîmî peymana ewlekarî û leşkerî ya ku hikûmeta Iraqê bi Tirkiyê re îmze kiriye wekî "teslîmbûn û destberdana ji serdestiya neteweyî" nirxand.

Mihemed El Temîmî peymana Bexda-Enqereyê şermezar kir
17 tebax 2024   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Feyleqa El Wead El Sadiq Mihemed El Temîmî peymana ewlekarî û leşkerî ya ku hikûmeta Iraqê bi Tirkiyê re îmze kiriye red kir. El Temîmî îmzekirina vê peymanê wekî "Ferzkirina îradeya dewleta Tirk a dagirker li ser hêzên iraqî" bi nav kir.

El Temîmî got: "Careke din hikumet di parastina serdestiya Iraqê de bi bin dikeve. Careke din xwe dispêre hêzeke din a dagirker û ewlehiya Iraq û gelê wê hedîd dike."

’HIKUMETA IRAQÊ BI ÎMZEKIRINA PEYMANÊ DEST JI SERDESTÎ Û SERWERIYA WELAT BERDIDE’

El Temîmî anî ziman ku hikumeta Iraqê xwe xistiyeke helwesteke lawaz ku li dijî urf û adetên dîplomatîk tevdigere û got: "Hikumet tê negihiştiye ku dê bi îmzekirina peymanê dest ji serdestî û serweriya welat berdaye û serdestiya xwe bi erzanî difroşe."

El Temîmî îmzekirina peymanê wekî "bi navê koordîne û tevkariyê ferzkirina îradeya Tirkiye ya dagirker li ser hêzên Iraqê, rewakirina dagirkirina Başîqa, piştevaniya berjewendî û planên bêdawî yên Tirkiyeyê yên li Iraqê" bi nav kir  û got: "Hêzên Iraqê DAIŞ’ê derxistine. Pêwîstiya hêzên Iraqê bi artêş û dewleta ku anîna çekdarên biyanî yên DAIŞ’ê hêsan kirine, nine ku wê perwerde bike."

El Temîmî bi domdarî got: "Gelo hikumetê ji bîr kiriye ku kê li şûna wê îmze kiriye, ev rastiyek an berjewendiyên ji welat girîngtir e?  Em vê peymana ku pêşkêşî Komîteya Ewlehî û Parastinê an parlamento nehatiye kirin, şermezar dikin."

Mihemed El Temîmî bang ku hikumeta Iraqê kir ku rêzê bide serweriya Iraqê û "Em ji hikumeta Iraqê dixwazin ji bo berjewendiyên tirkan û yên xwediyên kuman ên ku bajar û gundên me yên li bakurê me yê ezîz dagir kirine na, lê ji bo mîsogeriya berjewendiyên xwe kar bike."

El Temîmî hebûna hêzên Tirk li Bexda û di nava fermandariya hêzên hevbeş red kir û wiha domand: "Em hêsankirin û pêşxistina dagirkeriya Tirk red dikin.  Em bi navê koordîneya hevbeş dayîna agahiyên ewlehiyê bo Tirkieyê dikin.  Em red dikin ku Iraqê agahiyên der barê kesên ku ji aliyê  hikumeta Tirk ve têne xwestin bide wê."

Mihemed El Temîmî peymana di navbera Enqere û Bexdayê de wekî rewakirina dagirkeriya Tirk li ser xaka Iraqê bi nav kir û got: "Em hebûna 140 baregehên leşkerî yên Tirkî yên li Iraqê û êrişên rojane ku qebûlkirina hikumetên Bexda û Hewlêrê yên li ser gundên başûrê Iraqê têne kirin, red dikin."

(bb)