NY: Ji ber lehiyên li Yemenê 180 hezar mexdûr in

Li gorî UNFPA’yê ji ber lehiyên ku hefteya borî li Yemenê rabibûn 180 hezar kes bûn mexdûr.

NY: Ji ber lehiyên li Yemenê 180 hezar mexdûr in
17 tebax 2024   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Fona Netewên Yekbûyî ya Şêniyan (UNFP)  der barê lehiyên ku hefteya borî li Yemenê rabibûn de raporek weşand.

UNFP’yê  di raporê de diyar kir ku ji ber lehiyê wêranî û koçberî çêbûye û di encamê de rewşa mirovî aloz bû.

Li gorî raporê hejmara mexdûrên lehiyên 180 û alîkariyên lezgîn gihaştiye  tenê 44 hezar mexdûran. Di raporê de hate diyarkirin ku herî zêde zirar li parêzgehên Saada, Hudeyde, Mihewît, Rîma, Tez hatiye .

UNFP’yê da zanîn ku ji sedî zêdetirî 20`ê malbatên ku jin debara wan dikin, alîkariya lezgîn bi dest xistine. Her wiha diyar kir ku zerar li navendên tenduristiyê yên Bacil, Zehra, Zîdiye û Mirawa jî hatiye.

(şx)