Nivîsgeha Çavdêriya Giştî 169 dosya çareser kirin

Nivîsgeha Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweser di 6 mehên destpêkê yên îsal de 169 dosya û nêzî 257 gilî çareser kirine.

Nivîsgeha Çavdêriya Giştî 169 dosya çareser kirin
17 tebax 2024   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Nivîsgeha Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ehmed Şêxo der barê xebatên nivîsgehê yên 6 mehên pêşîn ên îsal de ji malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re axivî.

Ehmed Şêxo diyar kir ku nivîsgehê di 6 mehên destpêkê yên îsal de 169 dosya çareser kirine û 32 dosyayên din lêkolîn dike.

GILIYÊN WELATIYAN

Şêxo destnîşan kir ku wan 257 giliyên welatiyan wergirtine û got piraniya giliyan hatine çareserkirin û hewldanên çareserkirina giliyên din dewam dikin.

Têkildarî zehmetiyên li pêşiya karên wan Şêxo wiha got: "Zehmetiyên li pêşiya karê Nivîsgeha Çavdêriya Giştî nebûna kadroyên pispor di warê çavdêriyê de ye. Hewldanên me yên zêdekirina hejmara kadroyên pispor hene.”

DEWREYÊN PERWERDEYÊ

Ehmed Şêxo diyar kir ku ji bo pêşxistina asta kadroyên nivîsgehê 3 dewreyên perewrdeyê li ser xebatên çavdêriyê vekirine.

 (bb)