Serfermandarê nû yê Îsraîlê gef li Hemasê xwarin

Serfermandarê nû yê Îsraîlê ragihand ku erkê têkbirina Hemasê hîn temam nebûye. Li aliyekî din jî serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîl bi îsrar e serkeftinê pêk bîne.

Serfermandarê nû yê Îsraîlê gef li Hemasê xwarin
5 adar, 2025   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandarê nû yê Îsraîlê Eyal Zamir di merasîma erkdarkirina xwe de ragihand ku erkê têkbirina Hemasê hîn temam nebûye û got: "Ev kêliyeke dîrokî ye. Hemasê derbeyên tund xwarin, lê hîna têk neçûye. Erka me hîna temam nebûye. Ev şerê hebûnê ye û em ê hemleyên xwe yên vegerandina dîlgirtiyan û pêkanîna serkeftinê bidomînin."

Girêdayî wê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di merasîmê de diyar kir ku Îsraîl ji bo pêkanîna serkeftinê bi îsrar e.

Eyal Zamir roja çarşemê wekî serfermandarê Îsraîlê hat erkdarkirin.

(mh/fr)