Li bajarê Senemên ê Derayê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Senemên ê bakurê gundewarê Derayê di navbera hêzên desthilata Şamê û çekdarên xwecih de şer û pevçûn derket, di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.

Li bajarê Senemên ê Derayê pevçûn: Kuştî û birîndar hene
5 adar, 2025   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Senemên ê gundewarê bakurê Derayê di navbera hêzên desthilata Şamê û çekdarên xwecih de şer û pevçûn derket, di encamê de 3 kes ji hêzên desthilata Şamê û yek jî ji çekdaran hatin kuştin, her wiha di nav de jin û zarok, hin welatî birîndar bûn.

Hemwextî vê yekê, hêzên ewlehiyê taxa rojava ya bajêr dorpêç kir û çekên giran di bajêr de bi kar anîn.

Di êrişan de malên welatiyan hatin topbarankirin û di nava welatiyan de tirs û xof çêbû.

(fr)