2 hevjînên ji Qamişloyê li Şamê hatin qetilkirin

Li Şamê 2 hevjînên Kurd ên ji Qamişlo ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin.

2 hevjînên ji Qamişloyê li Şamê hatin qetilkirin
5 adar, 2025   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyekî ji bajarê Qamişlo li ser rûpela xwe ya Facebookê agahiya qetilkirina dê û bavê xwe ji hêla nenasan ve parve kir û got ew li malê xwe yê li gundê Xirbet El Şayib ê li ser otostrada Şam-Siwêdayê hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên kurê wan gotiye, wê konê sersaxiyê li mala xwe ya li nêzî çatrêya Hilko yê Qamişloyê vede.

Li gorî kurê wan Bahoz Osman ê li Qamişloyê, navên dê û bavê wî wiha ne; Hisên Hesen Osman di 1958’an de li Qamişloyê hatiye dinê û Etiye Ehmed Osman (54).

(fr)