Li bejahiya Laziqiyê 3 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li bejahiya bajarê Laziqiyê hatin kuştin.

Li bejahiya Laziqiyê 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
11 tebax 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi hawan û obîsan êriş baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Nehşeba ya bejahiya bakurê bajarê Laziqiyê kirin. Li gorî çavkaniyan di êriş de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Çavkaniyan dane zanîn ku hêzên Şamê jî derdora bajarokê Kensefra yê başûrê Idlibê bi hawanan û gundên Kefeteal, Keferema û Mezari El Wasta yê bejahiya rojavayê Helebê bi obîsan topbaran kirin. Der barê windahiyên canî de agahî nehatin parvekirin.

(bb)