YRA’yê Seyîd Evran û Mezlûm Bagok bi bîr anîn

YRA’yê bi daxuyaniyekê rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran û rojnamvan Mezlûm Bagok bi bîr anîn û diyar kir “Wan mîrateyeke pîşeyî, mirovî û berpirsyariyeke mezin di lêgerîna li heqîqetê de ji nifşên bê re hişt.”

YRA’yê Seyîd Evran û Mezlûm Bagok bi bîr anîn
22 îlon, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî salvegera 3`yemîn a şehadeta rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran (22 Îlon 2023) û salvegera 12`an a rojnamevan Mezlûm Bagok (28 Îlon 2014) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Yekitiya Ragihandina Azad bi rêzdarî şehîdên ragihandina azad ên meha Îlonê ku bi peyv, wêne û dengê xwe rêya rastî û heqîqetê ronî kir, di demên dijwar de berpirsyariya xwe li hember gelê xwe bi dilsozî hilda, bi bîr tîne.

Di Îlonê de, em rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran bi bîr tînin ku piştî zêdetirî 30 salên xizmetkirina di warê medyayê û lêgerîna li heqîqetê de, di 22`yê Îlona 2023`yan de şehîd bû.

Seyîd Evran ku di nav hevkar û şagirtên xwe de wek 'mamoste' dihat nasîn, ne tenê rojnamevanekî jêhatî, lê dibistaneke rojnamegeriyê û rêberekî nifşên çapemeniya azad bû. Xwedî mîrateya dewlemend a ragihandina azad û bingeha hişmendiya ku dibêje divê rojnamevan rastiyê bijî, li ser wê jî binivîse û her tim nêzî civakê û dozên wê be, danî.

Di heman mehê de anku di 28`ê Îlona 2014`an de, yekemîn rojnamevanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mezlûm Bagok (Ehmed Seîdo) di dema pêkanîna erk û berpirsyariyên xwe yên pîşeyî de, dema ku bi kameraya xwe hemleya vekirina korîdoreke mirovî di navbera Rojava û Şengalê de dişopand, şehîd bû û dibe parçeyekî bîra ragihandina azad.

Di şexsê Seyîd Evran û Mazlûm Bagokan de, em hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînin, ku bi merdî, fedekarî û profesyonalî, rûpelên nû li dîroka rojnamegeriyê zêde kirin.

Wan mîrateyeke pîşeyî, mirovî û berpirsiyariyeke mezin di lêgerîna li heqîqetê de ji nifşên bê re hiştin. Mîrateyek ku bîra giştî diparêze û dengê civakê bi rastî û berpirsiyarî vediguhêze.

Bi vê boneyê, ne tenê bi bîranîn, lê bi parastina mîrateya wan û pêşxistina pîşeya rojnamegeriyê em tekezî li wefadariya bi şehîdan re dikin. Em pabendî sincên pîşeyî û ronîkirina heqîqetê ne ku nifşên nû yên dikarin berpirsiyariya ragihandina azad hilgirin, perwerde bikin û bi pêş bixin.

Di meha Îlonê de, em Seyîd Evran, Mazlûm Bagok û hemû pakrewanên ku jiyana xwe di rêya heqîqetê de feda kirine, bi peyv û nivîsên xwe dengê rastiyê bilind kirine, bi minetdarî bi bîr tînin.”

(sb)