Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundere wê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Silêman Xidir El Salih re xwestin.

Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Silêman re xwestin
17 kanûn, 2023   15:02
QAMIŞLO

Duhu 16’ê kanûnê Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Silêman Xidir El Salih li Pakrwangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur ê oxir kir. Silêman El Salih di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû.

îro jî bi sedan şênî û endamên saziyên civaka sivîl,nûnerên partiyên siyasî a navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê berê xwe dane konê sersaxiyê ya ku li pêşiya malbata Şehîd Silêman El xidir hatibû vedan.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Silêman hatibûn daliqandin.

Merasîm a sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û li ser navê meclisa malbtên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Ferhan El Hezai axivî got em ê her tim pey doza şehîdên xwe bin.

Ferhan El Hazai wiha berdewam kir,ez di destpêkî de sersaxiyê ji malbata Şehîd Silêman re dixwazim û soz didim ku Em ê hertim şopdarê riya şehîda bin. Şehîd ewin ên ku riya me ronî dikin.

Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk jî Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî Mihemed Zêdan anî ziman ku ew ê tevahî gelê herêmê ji her êrîşan biparêzin.

Mihemed zêdan got : "Her ku şervanekî me şehîd dikeve israra me a berxwedanê xurtir dibe.em bi şehîdên xwe serbilindin. "

Di dawiyê de Mihemed Zêdan balkişand ser destkeftiyên ku hatine bi dest xistin û weha dewam kir: "Bi navê hêzên Leşkerî em soza parastina destkefiyên ku bi saya Şehîdên me hatine bi dest xistin didin."

Endamê meclisa pariya yekîtiya demokratê a Tirbespîyê Ebid El Rehîm Hiso jî sersaxi ji ji malbata şehîd Silêman xwest û soza şopa li ser rika şehîdan ad.

Li navê kongra Star a navçeya Tirbespiyê Fatime Cuma jî axivî û got: "ez sersaxi ji hemû malbatên Şehîdan re dixwazim û wekê dayikêkî soza  şopandina şehîdên didim ku ji bo parastina gelan xwe cane xwe feda dikin."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd Silêman û bi durişma şehîd namirin bi dawî bû.

(ex)

ANHA