Hêzên ewekariyê rê li ber miqdareke mezin a madeyên hişbirê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesek ku hewl dida ji herêma Hikûmeta şamê madeyên hişbirê bi rêya tankereke sotemeniyê derbasî bajarê Qamişloyê bike, girt.

Hêzên ewekariyê rê li ber miqdareke mezin a madeyên hişbirê girt
17 kanûn, 2023   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîna Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan kesek ku hewl dide miqdareke mezin a madeyên hişbirê derbasî bajarê Qamişloyê bike girt.

Daxuyanî bi vê renge ye:

′′Roja duşemê 11′ê Kanûnê, hêzên me yên li dijî madeyên hişbir kesekî girt ku dixwest bi rêya kamyoneke sotemeniyê hejmareke mezin a madeyên hişbirê derbasî bajarê Qamişlo bike.

 Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Têkoşîna li dijî Nadeyên Hişbirê de û di encama hewldana endamên têkoşîna li dijî hişbirê ya şopandin û girtina kesên dixwazin vê nexwaşiya metirsîdar li herêmên me belav bikin, hêzên me pêşwext agahdar bûn kesek hewl dide kamyonê bîne nav bajêr. Hêzên me kemînek li ber deriyê rojava yê bajarê Qamişlo danîn.

Piştî gihîştina kamyona gumanbar, tîmeke pispor a li dijî madeyên hişbirê bi baldarî sehên polîsî bi kar anîn û di kamyonê de lêgerîn kirin, cihê ku lê veşartiye dîtin ku sendûqeke veşartî hatibû çêkirin û danîn ser lûleyên derxistina sotemeniyê û miqdarek heşîşa macûn ya ku giraniya wê 37 kîlo ye hat derxistin û di nav tûrên şefaf de bi cih kiribûn.

Ajokar di lêpirsînê deli xwe mikur hat ku ew ji herêmên rejîma Sûriyê dihat û rêya wî ji bo belavkirin û firotina vê nexwaşiya metirsîdar ber bi herêmên me ve bû, li wir ew bi tiştên ku hatibûn desteserkirin ji dozgeriya giştî re hat veguhestin da ku tedbîrên qanûnî yên pêwîst li dijî wî bên girtin.′′