Sempozyuma Hunera Şêwekariyê li Reqayê didome

Duyemîn Sempozyuma "Firat û Reng" li kantona Reqayê berdewam e. taxên kevnar ên Şamê, jin mijara tabloyan bû.

Sempozyuma Hunera Şêwekariyê li Reqayê didome
17 kanûn, 2023   15:12
 REQA

2`yemîn Sempozyuma "Firat û Reng" ku ji aliyê Komîteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê ve li Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê hatiye lidarxistin, di roja 5`an de berdewam e. 

30 hunermend û şêwekar ji herêmên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li pêşangehê bûne.

Rastiya herêmê, çanda Reqayê, taxên kevnar ên Şamê, kesayetên navdar ên Reqayê mîna bijîk û nivîskar Ebdulselam El Ecîlî, xweza û jin mijara tabloyan bû.

Her wiha di Sempozyuma Hunera Şêwekariyê de peykerên ji herî hatine çêkirin mîna peykera xelîfeyê El Ebasî Harûn El Reşîd û jin jî hatin pêşandan.

Sempozyum wê heta 23`yê Kanûnê berdewam bike.

(şx)

ANHA