Şêniyên Til Temirê ji bo piştgiriya QSD'ê daketin qadan

Şêniyên Til Temirê bersiva banga Rêveberiya Xweser a ji bo serferberiyê dan û xwepêşandanek girseyî li dar xistin. Şêniyan piştgiriya xwe ji bo QSD'ê anîn ziman û biyardariya xwe ya berxwedana rewa ji bo parastina ax û rûmeta xwe nîşan dan.

18 ÇILE, 2026   14:11
HSEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro seferberiya giştî ragihand, û banga kombûna li dora QSD'ê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) kir.

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bersiva vê bangê dan û daketin kolanan.

Xwepêşandan bi tevlêbûna bi sedan kesan li Qada Qendîlê li deriyê başûr ê bajêr dest pê kir. Girseya gel pankartên bi nivîsên piştgiriya ji bo QSD'ê û şermezaarkirina êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî herêmê, hildan.

Girseya gel di kolanên sereke yên Til Temirê de meşiya, û dirûşmên li dijî sûc û binpêkirinên çeteyên hikûmeta demkî qîriyan. Xwepêşandêran daxwaza rawestandina êrişan kir.

Dema ku girseya gel gihîştin rêya navneteweyî ya M4, xwepêşandan veguherî mîtinga girseyî.

Ji rêveberên Kongra Star, Nûhat Şîndî, axivî û banga yekîtiya gel di vê qonaxa krîtîk de,  kir. Nûhat her wha banga berxwedana ji bo parastina herêmê kir.

Nûat diyar kir ku ew li gel QSD`ê ne heta ku aramî û aştî pêk were.

Xwepêşandan bi bangên ji bo yekitiyê û piştgiriya QSD`ê bi dawî bû.

(k)

ANHA