Li derdora bendava Tişrînê 2 çete hatin kuştin

Di bersivdayîna êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li derdora bendava Tişrînê de 2 çete hatin kuştin.

Li derdora bendava Tişrînê 2 çete hatin kuştin
18 ÇILE, 2026   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dikin, êrişên xwe li derdora bendava Tişrînê didomin. Şervanên QSD û YPJ’ê ku bersiva êrişan didomînin, gelek êriş şikandine û derbên giran li çeteyan xistin.

Di encama bersivdayînê de 2 çete hatin kuştin.

Li derdora bendavê şer didome. Çete hewl didin birîndar û cenazeyên kuştiyên xwe rakin.

(b)