Şêniyên Til Hemîsê: Li hember xiyanetê em bê deng namînin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê destnîşan kir ku ew li hember xiyanetê û êrişên li ser gerîla yên li Başûrê Kurdistanê bê deng namînin.

Şêniyên Til Hemîsê: Li hember xiyanetê em bê deng namînin
Şêniyên Til Hemîsê: Li hember xiyanetê em bê deng namînin
27 ÇILE, 2024   14:44
QAMIŞLO

Çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 24`ê Çileyê li herêma Amêdiyê ya bajarokê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê êrişî gerîla kir. Di encamê de 2 gerîla birîndar bûn. 

Li hember êrişê, bertekên gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin.

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Til Hemîsê meşek li dar xist. Şênî, endamên saziyên navçeyê tev li meşê bûn ku ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê dest pê kir.

Li Çerxerêya Belediye endama partiyê şaxê navçeyê Bidûr El Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê herêmê li hember êriş û xiyaneta li dijî gerîla bê deng namîne û hate gotin: "Em ê gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin û xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derkevin."

(şx)

ANHA