Xelkê Dêrazorê: Em ê rêça fermandar Zelal Zagros bişopînin

Xelkê kantona Dêrazorê di merasîma sersaxiya şehîd Zelal Zagros de soza şopandina rêça wê da.

27 ÇILE, 2024   15:26
DÊRAZOR

Xelkê gundewarên kantona Dêrazorê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, komîte û saziyên girêdayî wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran berê xwe da konê sersaxiyê yê fermandar Zelal Zagros.

Meclisa Kombûna Jinan a Zanûbiya ya Kantona Dêrazorê tevî Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê konê sersaxiyê veda. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrzorê Rakan El Ferîh axivî û wiha got: "Şehîd rêya nişfan ronî dikin û li dijî zilm û desthilatdariyê sembola têkoşînê ne."

El Ferîh wiha domand: "Ji bo şehîdbûna hevrê Zelal Zagros ku fermandareke mezin û nimûneya lehengiyê bû, sersaxiyê ji xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin."

Li aliyekî din jî berdevkê Kombûna Welatiyên Eşîrên Bûkemalê Selah El Selman axivî û wiha got: "Em soz didin têkoşer Zelal û tevahî şehîdên azadiyê ku rêça wan heta pêkanîna armancên wan a avakirina civakeke demokratîk a xwe dispêre fikrên Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin."

Her wiha endama Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê Xîtam Hido axivî û wiha got: "Sûcê siûqastkirina fermandar Zelal Zagros li Kerkûkê şermezar dikin. Em tevahî hedefgirtinên bi armanca têkbirina şoreşa jinê û wêrankirina nasnameyê red dikin."

Xîtam wiha domand: "Hevrê Zelal ji gel ve nêz bû û tevahiyan jê hez dikir. Wek em dizanin dewleta Tirk û tevahî rejîmên desthilat têkoşeran hedef digirin. Ji ber ku rola wan di rizgarkirina civakê ji koletiyê de girîng e."

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Yehya El Elî jî sersaxî ji malbata şehîd Zelal Zagros xwest û wiha got: "Têkoşer Zelal sembola fedakariyê bû. Em soz didin şehîdan heta têkbirina tevahî şêweyên terorê rêça wan bişopînin."

Her wiha yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Uwêd axivî û wiha got: "Em ê heta pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li ser şopa şehîdan bin."

Heveroka Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrzorê Înas Îbrahîm jî sûcê qetilkirina fermandar Zelal Zagros şermezar kir.

Piştî axaftinan merasim bi dawî bû.

(fr)

ANHA