Dayikên Aştiyê êrişa PDK'ê şermezar kir

Dayikên Aştiyê yên Efrîn û Şehbayê xiyaneta PDK'ê û êrişa wê ya li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Dayikên Aştiyê êrişa PDK'ê şermezar kir
27 ÇILE, 2024   14:39
ŞEHBA

Dayikên Aştiyê yên Efrîn û Şehba li goristana şehîdan a navçeya Fafînê daxuyaniyek da. Mamoste Zaxocan Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişa çekdarên PDK’ê ya li hember gerîlayan û xiyaneta wê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişa çekdarên Zêrevanî ya li dijî gerîlayên HPG'ê piştî kuştina bi dehan leşkerên artêşa Tirk pêk hatiye.

Her wiha hate diyarkirin ku li hemberî xiyanetê divê gel li qadan be.