Şêniyên Til Hemîs û Çilaxayê planên dagirkeriya Tirk nîqaş kirin

Şêniyên bajarên Til Hemîs û Çilaxayê di 2 civînên cuda de, encamên dagirkirina Tirkiyeyê ya herêmên Sûriyeyê nîqaş kirin û got ew planên dagirkirinê red dikin û piştgiriya berxwedana QSD û YPJ`ê dikin.

8 ÇILE, 2025   15:26
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek ji şêniyên bajarê Til Hemîsê re li dar xist. Rûspiyên êlên Ereb, endamên saziyên sivîl û partiyan tev li civînê bûn.

Civîn li hola Navenda Perwerdeyê ya li rojhilatê bajêr hate lidarxistin. Endamê rêveber ê Meclisa bajarê Til Hemîsê Kawa Osman der barê guhertinên siyasî li Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baasê de axivî.

Osman destnîşan kir ku dewletên navneteweyî û herêmî, her yek dixwaze para xwe ji Sûriyeyê bibe û berjewendiyên xwe li ser ên gelê Sûriyeyê re digirin.

Osman diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe, plan dike serdema Osmaniyan vegerîne.

Her wiha Osman bang li gel kir ku piştgiriya berxwedana şervanan li eniyên şer bikin û planên dagirkeran têk bibin.

Şêniyên beşdar piştî bidawîbûna nirxandinên Osman, axivîn û gotin ew planên dewleta Tirk a dagirker li herêmê red dikin, piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dikin.

ÇILAXA

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa li hola Navenda Çand û Hunerê civînek li dar xist. Di civînê de hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyan û Dîlgirtiyan a kantona Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Cemîl diyar kir ku şervan li eniyên şer berxwedaneke destanî dinivîsin û êrişên dewleta Tirk têk birin.

Cemîl bang li şêniyan kir ku destkeftiyên şehîdan biparêzin, li pêşiya planên dewleta Tirk a dagirker bibin bendeke asê û bi hev re Sûriyeya demokratîk a pirreng ava bikin.

 (şx/k)

ANHA

Til Hemîs