ji bo nazim daştan û cîhan bîlgîn bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin

OHD’ê ji bo cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn radestî malbatên wan bên kirin, banga “dengê xwe derxin” li baro û rêxistinên hiqûqê kir. 

ji bo nazim daştan û cîhan bîlgîn bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
8 ÇILE, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Nazim Daştan û nûçegaihana me Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin. 

Malbatên rojnamegevanan, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin û bi vê boneyê di 6’ê Çileyê de hatin Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya ya Şirnexê. Malbat, ji wê rojê ve li deriyê sînor tên sekinandin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyaniyek da.

OHD’ê, diyar kir ku malbat ev 3 roj in bi awayekî derhiqûqî li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin û wiha got: “Banga me ji bo hemû baroyan, hemû rêxistinên hiqûqê û raya giştî ya demokratîk ew e ku ji bo ev sepana keyfî bi dawî bibe dengê xwe derxînin.”