MKG ve DFG hashtaga #OpenHaburBorderGate didin destpêkirin

 MKG û DFG’ê ji bo piştgiriyê bidin malbat û heyeta li Deriyê Sînor ê Xabûrê ku ji bo cenazeyên Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA'yan hatin qetilkirin bigirin tên sekiinandin  hashtaga #OpenHaburBorderdere dan destpêkirin.

MKG ve DFG hashtaga #OpenHaburBorderGate didin destpêkirin
8 ÇILE, 2025   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi hashtaga OpenHaburBorderGate piştgirî didin heyet û malbatên ku li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê ji bo wergirtina cenazeyên nûçegaihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan  Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa SÎHA'yên dewleta Tirk de di 19' ê Kanûnê de hatin qetilkirin.

Heyeta ku ji bo cenazeyên rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin bigire derbasî deriyê sînor bû, rojek li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê hat rawestandin. MKG û DFG’ê li hemberî negihandina cenazeyan li ser platformên çapemeniya dîjîtal kampanya dan destpêkirin û banga hevgirtinê kirin.

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dîjîtal a MKG'ê de ev tişt hatin gotin: "Şande û malbatên ji bo wergirtina cenazeyên rojnameavnan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin li ber deriyê sînor radiwestin.

Werin em her êvar li ber deriyê sînor bên cem hev. Saet di 20.00’an de bi hashtag #OpenHaburBorderderê bên cem hev.