Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn

Şêniyên Tebqayê, koçberên Efrîn û Şehbayê, salvegera 12’emîn a Komkujiyên Til Eran û Til Hasilê yên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine kirin û 30 sivîl lê hatine kuştin, bi bîr anîn. şêniyan teqezî li ser berxwedan û mafê xwe yê hesabpirsînê ji sûcdaran kirin.

Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasilê hatin bibîranîn
27 tîrmeh, 2025   17:57
TEBQA

Hêzên Cebhet El Ekrad li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi boneya salvegera 12`emîn a komkujiyên Til Ereb û Til Hasilê, bi sernavê "Di salvegera 12’emîn a komkujiyên Til Eran û Til Hasiêl de, em soza xwe nû dikin, na ji bêdengiyê re, Til Eran û Til Hasil di bîra me de ne” çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de şehîdên komkujiyên Til Eran û Til Hasil hate bibîranîn.

Ji bilî koçberên kantonên Efrîn û Şehbayê, nûnerên hêzên Cebhet El Ekrad, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîran, partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk, tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de fermandarê giştî yê hêzên Cebhet El Ekrad, Elî Til Eran axivî û anî ziman ku komkujî bi fermana rasterast a îstîxbarata dagirkeriya Tirk pêk hat û çeteyan sûcên herî hov li dijî sivîlan kirin, di nav de kuştin, serjêkirin û wêrankirina mal û mizgeftan.

Berdevka şêniyên Şehbayê Cîhan Xidro, hûrguliyên komkujiya hovane ya 27’ê Tîrmeha 2013’an bi bîr xist, dema hikûmeta rejîma Sûriye ya berê rê li ber 17 komên çete, di nav de Cebhet El Nusra, Lîwayê Tewhîd û tabûrên girêdayî Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) vekir da ku êriş bajarokên Til Hasil û Til Ernê bikin.

Cîhan komkujî wekî destpêka rêza êş, azaran û koçberkirina xelkên wê bi nav kir.

Birayê yek ji qurbaniyên komkujiyê Îbrahîm Mesrûi, şahidiya xwe parve kir û got: "Birayê min li ber çavên min şehîd bû û me nikarî li gorî usulê cenazeyê wî veşêrin. Em edaletê dixwazin, em dixwazin kujer were darizandin. Em bang li her dengekî azad ê cîhanê dikin ku bi me re bisekinin da ku ev sûc careke din, dubare nebe."

Di çalakiyê de zinefizyonek der barê komkujî û hovîtiya komên çeteyan, wêraniya li her du bajarokan û şahidiya kesên ji komkujiyê filitîne de hate pêşandan.

(ac/şx)

ANHA