Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir

Şêniyên navçeya Şedadê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eyad Ibadî El Hisên li Goristana Şehîdan xoir kirin û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin û Sûriyeya demokratîk pêk bînin.

Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên oxir kir
11 mijdar, 2023   15:20
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eyad Ibadî El Hisên oxir kir ku 9`ê Mijdarê di encama kirîza dil de şehîd bûbû. 

Bi dehan şêniyên navçeyê, malbatên şehîdan, endamên saziyan û rêveberiyên sivîl tev li merasîma oxirkirinê bûn. Di merasîmê de endama Meclisa Malbaênt Şehîdan a navçeya Şedadê Îman El Ferec axivî û fedakariyên şehîdan silav kirin.

Îman got: “Em bi şehîd Eyad serbilind in.”

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Şedadê Nacî El Şeîr axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê têkoşîna şehîdan berdewam bikin ji bo ku serkeftinê bi dest bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El Ebid wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Dawiyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El Ebdullah wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(şx)

ANHA