Bangewaziyên tevlêbûna çalakiya li Hesekê

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Hesekê gotin ji bo têkbirina planên dijminan ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê divê. Her wiha diyar kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bingeha berxwedanê û têkoşînê ji tevahî gelan re ye.

Bangewaziyên tevlêbûna çalakiya li Hesekê
Bangewaziyên tevlêbûna çalakiya li Hesekê
Bangewaziyên tevlêbûna çalakiya li Hesekê
Bangewaziyên tevlêbûna çalakiya li Hesekê
Bangewaziyên tevlêbûna çalakiya li Hesekê
Bangewaziyên tevlêbûna çalakiya li Hesekê
11 mijdar, 2023   15:42
HESEKÊ

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siy”sî" didome.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, bajarok û navçeyên wê, tev li çalakiyê bûn ku Însiyatîfa Gel a Ji bo Azadiy Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nêzî çerxerêya El Sabax li dar xistiye.

Di çalakiyê de endamê Meclisa Bajarokê Sêgir ê navçeya Dirbêsiyê Xalid Yuisf axivî û got: “Armanca me, şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina komployên li dijî wî ne.”

Yusif bang li gelan kir ku ji bo têkbirina komployan têkoşînê mezin bikin.

Her wiha endama Meclisa Bajarokê Xenemiye yê navçeya Dirbêsiyê Gulistan Beşar axivî û got: “Siyasetên hovane yên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, ji ber tirsa wê ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e ku li seranserî cîhanê belav bûne.”

Gulistan wiha domand: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê şopdarên fikrê Rêbertî bin. Fikrê wî, bingeha berxwedan û têkoşînê ji tevahî gelan re ye.”

Çalakî wê heta saet 16:00`an bi pêşwazîkirina şandeyan berdewam bike.

Çaverê ye ku sibe şêniyên navçeya Til Temirê û Zirgan ên kantona Hesekê tev li çalakiyê bibin.

(şx)

ANHA