Sûdan û bandora şerê li Xezayê

Şerê li Sûdanê ketiye meha xwe ya 7′an, lê heta niha tu nîşaneyên çareseriyê tune ne. Ji vê yekê zêdetir ragihand êdî girîngiyê dide şerê li Xeza ya Filistînê. Gelo rewşa Sûdanê ber bi ku derê ve diçe û xelkê Sûdanê li hêviya çi ye?

Sûdan û bandora şerê li Xezayê
11 mijdar, 2023   15:04
QAHÎRE
MUHSIM EL MISIRÎ

Di tûra nû de jî ku li Erebistana Siûdî pêk hatibû, aliyên bi nakok ên Sûdanê û navbeynkarên navneteweyî ji bo pêkanîna agirbestê negihiştine tu lihevkirinan.

Di daxuyaniya hevpar a Erebistana Siûdî, Amerîka û Dezgeha Geşepêdanê ya Navneteweyî (IGAD) de ya têkildarî encama dan û standinên li Cedayê ku roja Sêşemê 7′ê Mijdarê bi dawî hate gotin, tu çareseriyeke leşkerî ji bo dawîkirina şer tune ye. Di daxuyaniyê de bang li artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn hate kirin ku berjewendiyên gelê Sûdanê di ser her tiştî re bigrin, çekê deynin û dest bi diyalogan bikin.

Li gorî rêxistinên navneteweyî, di encama şerê li Sûdanê de 10 hezar û 400 kes hatin kuştin û zêdetirî 6 mîlyon kes ji cih û warê xwe bûn.

Li gorî pisporan, ji ber şerê li Xezayê elaqeya ragihandinê bi şerê li Sûdanê paş ketiye.

Çavdêr diyar kirin ku dibe şerê li Sûdanê bi salan dirêj bike, nemaze ku tevahî dan û standinê aştiyê yên bi armanca bidawîkirina şer bi bin dikevin.

Pisporê rewşa Afrîkayê Ramî Zuhdî diyar kir ku elaqeya navneteweyî û ya ragihandinê, dîsa elaqeya sûdaniyan bi şerê li Sûdanê paş ketiye.

Li gorî Ramî Zuhdî, ′′Ji destpêka aloziyê ve texmîn hebûn ku eger aloziya li Sûdanê dirêj bike dê elaqeya cîhanî ya bi vê aloziyê ve paş de biçe, nemaze ku xwestekên aliyên bi nakok ji bo bidawîkirina şer tune ne. Eger xwestekên Sûdaniyan ên ji bo agirbestê tune bin, dê cîhan ji bo bidawîkirina şer hewldanan neke."

Zudî bal kişand ser bandora şerê li Xezayê jî û got: "Bûyerên li Xezayê elaqeya çapemenî û cîhanê bir, ji ber ku Filistînê di qada erebî, îslamî û navneteweyî de cihê elaqeyê ye. Em dibînin ku bandora Xezayê di aliyê stratejîk, leşkerî, ewlehî, herêmî, siyasî û aborî de ji ya Sûdanê xurtir e, di encamê de rewşa Sûdanê hema bêje di rojevê de winda bûye û kêm kes behsa wê dikin.′′

Zuhdî destnîşan kir ku aliyên bi nakok ên Sûdanê sûd ji çavgirtina li şer wergirtin û çalakiyên leşkerî kirin, lê jî nebû rojeva çapemeniyê û ya navneteweyî.

Zudî îşaret bi vê yekê kir ku piştî 6 mehan ji şer, aloziya Sûdanê gûrtir bû û gelê Sûdanê yên li welat û yên li derve bêhêvî ne.

Lêkolîner Ramî Zudî anî zimanê ku şerê li Sûdanê hatiye jibîrkirin  got, "Tevî dan û standinên aştiyê yên li Cedayê jî, nîşaneyên erênî ne xuya nakin. Heta niha xuya nake ku aliyên bi nakok ên Sûdanê berjewndiyên Sûdanê esas digirin. Her yek dixwaze bi ser keve û aliyê din tune bike, lê ev zehmet e, nemaze ku her du alî di aliyê çek û hêza leşkerî de  bi awayekî mezin hevseng in."

SENAROYAYA LÎBYAYÊ

Akademîsyenê ji Sûdanê Îmad Behredîn jî anî ziman ku Sûdanê bi xwe elaqeyê didin şerê li Xezayê, ji ber doza Filistînê ji bo tevahî Sûdaniyan mijareke taybet e ku ji ber şerê li Xezayê êşa wan sivik bû.

Îmad Behredîn ji ANHA′yê re got: "Şerê li Sûdanê ketiye meha xwe ya 7′an, pêşbinî tune ne ku di demek nêzîk de bi dawî bibe. Dan û standinên li Cedayê jî tiştek bi xwe re neanî."

Li gor Behredîn, ′′Dibe şerê li Sûdanê dirêjtir bike. Dibe ku senaryoyên Lîbya, an Sûriye yan jî Yemenê li Sûdanê dûbare bibin. Ji bo siberoja Sûdanê senaryoya Lîbyayê ya herî nêzîk e."

Îmad Behredîn diyar kir ku li Sûdanê şerekî dijwar di navbera her du aliyan de heye û wiha pê de çû: ′′Fermandariya Erkanê bi endamekî ser bi komên îslamî ve hat guhertin. Li Xertûmê komeke nû ya Hêzên Piştevaniya Lezgînê derçû. Ev hemû nîşan dide ku rageşeiyeke nû dê rû bibe. Dê şerê heta demek dirêj dewam bike û tu lihevkirin di demeke nêzî de tune ye. Madem şer dest pê kir, çareserî bê şer tune ne. Di encamê de an wê aliyekî bi ser keve û aliyê din jî têk biçe, piştre dê çareserî pêk werin. Ev jî ji bo salên nêzîk ne pêkan e."

(bb)

ANHA