Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn

Şêniyên Qamişlo deh saliya şehîdên teqîna sala 2016`an ku di encamê de 62 kes şehîd bûn, bi bîr anîn. şêniyan soza berdewamiya rêya şehîdan dan.

Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo şehîdên taxa Xerbî bi bîr anîn
27 tîrmeh, 2026   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, 27ê Tîrmehê, deh saliya teqîna li taxa Xerbî ya Qamişlo ye, ku  ji aliyê çeteyên DAI`Şê ve hat kirin û di encamê de 62 welatî şehîd bûn û 177 kesên din birîndar bûn.

Her sal li cihê bûyerê merasîmek bîranînê tê lidarxistin.Îro piştî nîvro, malbatên şehîdan li cihê teqînê kom bûn û wêneyên zarokên xwe hilgirtin.

Li cihê merasîma bîranînê wêneyên 62 şehîdan, ligel mûm û kulîlkan hatin nîşandan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Emmar Mûsa axivî û şehîdên komkujiyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.

Mûsa got, "Zarokên me yên sivîl bi destê terorîzma ku ji hêla Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, bi armanca şikandina îradeya gelê me, şehîd bûn. Di seranserê dîrokê de, gelê me yê Kurd rastî gelek êrişan hatiye û di bersivê de, lê gel ala azadî û têkoşînê bilind kiriye, jiyana xwe ji bo wê feda kiriye û teslîmî dagirkeran nebûye. "

Çalakî bi pêxistina mûman û qîrîna dirûşmeyên "şehîd namirin" bi dawî bû.

Şêniyan paşê ji bo bîranîna şehîdan berê xwe dan goristana şehîd Delîl Saroxan.

(k)

ANHA