Bijîşkên Helebê di xwepêşandanekê de daxwaza dadgeha pijîşkî ya taybet kirin

Sendîkaya Bijîşkên Helebê îro li dijî krîmînalîzekirina pîşeya bijîşkî xwepêşandanek li dar xist û daxwaza avakirina dadgeheke bijîşkî ya taybet kir da ku edalet misoger bike û mafên bijîşk, nexweşan û jîngeha tenduristiyê biparêze.

Bijîşkên Helebê di xwepêşandanekê de daxwaza dadgeha pijîşkî ya taybet kirin
27 tîrmeh, 2026   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Sendîkaya Bijîşkên Helebê îro xwepêşandanek li dar xist û "krîmalîzekirina pîşeyê" û daxwaza parastina mafên bijîşk û nexweşan û baştirkirina jîngeha kar di sektora tenduristiyê de kir.

Beşdaran pankart bilind kirin û bal kişand ser girîngiya avakirina dadgeheke bijîşkî ya taybet da ku dozên bijîşkî çareser bike, edaletê misoger bike, mafên hemû aliyan biparêze.

Sendîkayê diyr kir ku armanca xwepêşandanê parastina pîşeyê û peydakirina jîngeheke kar a ewle û dadperwer e ji bo xebatkarên tenduristiyê.

(k)

ANHA