Keçek û xortek di du bûyerên cuda de li Çemê Firatê xeniqîn

Keçek û xortek di du bûyerên cuda de li Çemê Firatê li parêzgehên Reqa û Helebê xeniqîn. Cenazeyên wan hatin dîtin û rakirin nexweşxaneyan.

Keçek û xortek di du bûyerên cuda de li Çemê Firatê xeniqîn
27 tîrmeh, 2026   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro keçek û xortek di du bûyerên cuda de li Çemê Firatê li parêzgehên Reqa û Helebê xeniqîn.

Parastina Sivîl li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku tîmên rizgarkirinê cenazeyê keçekê dîtin ku dema li parêzgeha Reqa di kanalek avdanê de dilîst kete nava ava Çemê Firatê û xeniqî.

Di bûyerek din de, tîmên Parastina Sivîl, bi alîkariya şêniyn, cenazeyê xortekî dîtin ku dema avjenî li Çemê Firatê dikir, li nêzîkî bajarê Cerablusê li gundewarê rojhilatê Helebê, xeniqî.

Her du cenze rakirin nexweşxaneyên Reqa û Helebê.

(k)

ANHA