Şêniyên Hesekê: Yekitiya gelê Kurd ferz e

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku divê partiyên heyî nakokiyan bidin aliyekî û li hev kom bibin û xwedî li destkeftiyên gelê Kurd derkevin.

Şêniyên Hesekê: Yekitiya gelê Kurd ferz e
22 sibat, 2026   02:45
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê ji ajansa me re axivîn û got yekitiya Kurdan misogeriya hebûn û nasnameya wan e.

Îsam Hesen diyar kir ku ji dîrokê ve gelê Kurd ne xwedî maf bûn, her wiha zimanê wan a dayîkê jî hatibû helandin û Kurd ber bi qirkirinê ve diçûn. Lê belê bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê Kurd ji vê qirkirinê xelas bûn û wiha got: "Di şoreşê de me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Lê ji bo parastina van destkeftiyan divê têkoşîna gelê Kurd hîn bêhtir be û misogeriya wê jî bi yekitiya gelê Kurd e. Xwedî derketinek li Rojava çêbû, ev yek jî bi saya yekitiya Kurdan e."

Hesen diyar kir ku hîna erk dikeve ser milê Kurdan da ku yekitiya gelê Kurd xurtir be. Yekîtî û yekrêzî, azadiya gelê  Kurd misoger dike. Her wiha Îsam Hesen bang li tevahÎ gelê Kurd û ciwanên Kurd kir û wiha got: " Daxwaze min ku bi erka xwe rabin, da ku yekitiya gelê me xurtir be. Em tevahî bi hev re dikarin yekitiya xwe biparêzin. Yekîtiya Kurdan ferz e."

Beşîr Omero wiha got: "Bê yekitiyê tu gavên ber bi azadiyê ve nayê avêtin. Wê dijmin karibe gelê Kurd bi hêsanî qir bike. Eger em nebin yek û xwe îspat nekin, wê maf,  nasname û zimanê me jî qedexe bikin. Bi yekitiyek xurt em dikarin mafê xwe misoger bikin. Hêviyên me jî ji partiya hene ku mîna gewde û laş li derdore hevdu kom bibin û yekitiya gelê xwe biparêzin. Em ê bibin bend li hemberî perçekirina gelê Kurd, da ku carekw din mîna Lozanê nebe."

Ahîn Ehmed bang li tevahî gelê Kurd û jinên Kurd kir ku bi hev re yekitiya xwe xurt bikin û wiha got: "Bi yekitiya xwe em dikarin welatê xwe ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Êdî dem dema têkoşînê ye.  Avakirina hebûna gelê Kurd, ziman, çand û nasnemeya gelê Kurd bi yekitiya Kurdan e. Bila fitne û kîn nebe bend li hemberî yekitiya gelê Kurd. Em Kurd in, daxwaza me hemûyan jî ew e ku mafên  gelê Kurd bên parastin."

(zş)

ANAH