Li Sûriyeyê xizanî zêde dibe

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê zextê li gel dike, karmendan ji kar derdixe û di mûçeyan de wekhevî nîn e.

Li Sûriyeyê xizanî zêde dibe
22 sibat, 2026   04:05
ŞAM

Li Sûriyeyê betalî zêde dibe û gel aliyê jiyanê û civakî de gelek zehmetiyan dibîne. Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Sûriyeyê rêjeya xizaniyê ji sedî 90 e û ya bêkariyê jî herî kêm ji sedî 25 e. 

Li gorî çavdêran jî li Sûriyeyê feqîrbûn zêde bûye, parçebûyîna civakî çêdibe û bawerî bi hikumeta demkî kêm dibe.

Şêwirmenda civakî Cîhan El Seyîd anî ziman ku li daîreyên hikumetê li ser hev karmend ji kar têne derxistin û xwepêşandan ji aliyê gel ve didomin.

Cîhan El Seyîd diyar kir ku cudakarî di navbera mûçeyên karmendên berê û yên nû de heye û wiha got: “Karmendên girêdayî desthilata li Sûriyeyê mûçeyên xwe bi dolarên Amerîkî digrin ku dighîjê 700 dolarî û karmendên kevn ên li saziyên hikûmetê mûçe bi lîreya Sûrî digrin ku ji 100 dolarî kêmtir e.”

Her wiha Cîhan El Seyîd got ku alîgirên desthilatiyê destwerdana kar û barên rêveberî û kesayetî yên saziyan dikin û wiha berdewam kir: “Rêveberên girêdayî alîgirên desthilatdariyê destwerdana cilûbergên karmendan dikin, qedexe dikin ku karmendên kevn li hevdû kom bibin û di kar de navber rakirine.”

Cîhan El Seyîd di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hinek karmendên nû xebatê bi hişmendiyeke hişk û parçekirinê çalakî û saetên kar ên saziyan dişopînin û birêve dibin.`

Ji bo rewşa xwendevanan jî Cîhan El Seyîd got malbat ji ber guhertina exlaq û tevgerkirina xwendevanên zanîngehan ên li sekenê zanîngehê dimînin, metirsiyên wan çêbûne û dudilî ne ku zarokên xwe bişînin zanîngehan.

Cîhan El Seyîd agahî da ku hejmara şêniyên Şamê gelekî zêde bûye, bi taybet kesên nû cihê xwe di saziyên hikumeta demkî de girtine tên Şamê bi cih dibin û malên kirê nema têne peydakirin.

Li gorî çavdêriyên Cîhan El Seyîd daxwaza berdanê ya jin û mêran ji ber feqîrtî li dadgehên Şamê gelekî zêde bûye û wiha got: “Li Şamê gelek jin û mêr ji ber feqîrtiyê dev ji hevdû berdidin û dozên berdanê li dadgehan zêde bûye. Li gorî lêkolînên Rêxistinên Mafên Mirovan rewşa 500 hezar malbatî gelekî zehmete. Hinek ji wan zarokên wan hîna li gel Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê binçavkirî ne, malbat hene zarokên wan ji kar hatine derxistin, mûçeyê karmendên piştî sala 2011`an teqaud bûne û bi hezaran karkerên qadên sivîl hatine seknandin.”

Ji bo meha Remezanê jî Cîhan El Seyîd wiha got: “Îsal Remezan ji ber zextên aborî û madî gelekî zehmet bûye. Ji ber vê yekê gelek xwendekarên jin ji bo pêdiviyên xwe pêk bînin êdî li ser rêya nan difiroşin.”

ANHA