`Li Kobanê rihê berxwedanê her xurt eˊ

Kalemêrek di şerê Kobanê de şahidî kiriye dilsoziya xwe ya ji gel û şervanan re nîşan da û tevî temenê xwe yê mezin torbeya arvan a ku nêzî 50 kîlo ye hildigre ji bo ku xizmetî gel û şervanan bike.

`Li Kobanê rihê berxwedanê her xurt eˊ
22 sibat, 2026   05:25
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Yek ji kesên ku di şerê Kobanê ya 2014`an de dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir, gel û şervanan li ber xwe da û çete têk birin, wî di şer de, di firneya nan de kar dikir û nan ji gel û şervanan re çêdikir. Bi wê rihê berxwedanê îro di dopêça herî giran a tevî temenê xwe yê mezin nan ji gelê xwe re çêdike û di xizmetê de ye. 

Têkildarî vê mijarê de yek ji kesên ku di şerê Kobanê de nan çêdikir û heta niha bi temenê xwe yê 60 salî jî nan çêdike, Seîd Ehmed Osman ji ANHA`yê re nêrîna xwe anî ziman.

`RIHÊ BERXWEDANÊ LI KOBANÊ HER XURT E`

Seîd Ehmed Osman diyar kir ku di 2014`an de berxwedana Kobanê bû sembola cîhanê û wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir min nan ji gel û şervanan re çêdikir. Bi wî rihê berxwedana Kobanê, em dîsa li ser kar in û di xizmeta gelê xwe de ne. Li Kobanê her tim rihê berxwedanê xurt e û xwe nû dike."

Seîd da zanîn ku ew di firneyê de hemaliyê (barkêş) dike û wiha got: "Em rojane nêzî 40 ton arvan datînin. Me rojên herî zehmet di şerê Kobanê de derbas kir û ev rewşa dorpêçê jî bi dawî bibe wê her tim serkeftin a gelê Kobanê be. Ev gelê ku ji berxwedanê pê ve tiştîkî nas nake."

Seîd Ehmed Osman got ku çawa di 2014`an de bi berxwedana gel û şervanên YPG û YPJ`ê çeteyên DAIŞ`ê têk çûn, gelê Kobanê bi ser ket wê niha jî bi ser bikeve û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Em gelê berxwedêr in, tevî hemû zehemetiyan em ê li ber xwe bidin û wê serkeftin a me be."

(fr)

ANHA